Xalid Xoce: Gotûbêj li ser rakirina dorpêçê nayê kirin

Xalid Xoce: Gotûbêj li ser rakirina dorpêçê nayê kirin

4:48:45 PM

RojavaNews: Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê, Xalid Xoce, ragihand ku daxwazên wan weke rakirina dorpêçê û rawestandina bombebarankirina sivîlan, ne siyasî ne û ne jî cihê gotûbêjan e.

Herwiha Xoce, di daxuyaniya xwe de ji Rojnameya El-Şerq El-Ewset re got ku  beşdarbûna wan di Jenev 3 de tenê li ser bingeha biryara navdewletî ya 2118 e, ku têde desteya hikumdar a veguhêz li Sûriyê were avakirin

Xoce tekez kir ku ew ji bo gotûbêjan diçin Jenev 3, ne ji bo gengeşeyan bi rêjîmê re.