Li İdilbê êrîşa fuzeyan:12 kes mirin 25 birîndar!

Li İdilbê êrîşa fuzeyan:12 kes mirin 25 birîndar!

Rojava News: Li bajarokê Salkîn ya bi ser  îdilbê ku dibin kontrola dijbereyên rejimêde ye bi Fuzeyên Belîstik êrîş hate kirin 12 kes mirin 25 kes jî birîndar ketin.

Li gorî agahiyên ji nexweşxaneya Sehrayê belavbûne; Hêzên Rûsî bi fuzeyên Belîstik yê Dûravêj êrîşî bajarokê Salkîn kirine.Hat zanîn dengê Fuzeyên Belîstîk ji devera Tirkiyê Reyhanlî-Hetayê jî hatiye bihîstin.

Li gor îdiayên dijbereya Sûriyê Balafirên Rûsî bêtirî xwe li Hama, Humis, İdlîb û helebê êrîşan pêk tine.

12:59:46

Şanaz Emin