Rojava News: Hêzên Sûrî ku ber bi sînorê Tirkî ve nêzîk dibin bajarokê stratejîk Rabia jî ji bin kontrola Artêşa dijbereyê derxistin.
Rawngeha Mafê Mirovan Ya Sûrî bajarokê Rabia weke sengera duyemin stratejîk ji bo hêzên dijbereya Sûrî dinêrxîne.
Bajarokê Rabia roja yekşemmê 2016-01-24 ji destê dijbereye Sûriyê derket û kete bin kontrola rejima Sûrî.
Hêzên Rejima Sûrî ji esmanî de bi alikariya balafirên Rûsî, ji bejayî de jî bi alîkariyên Hizbullah û milişên Îranî ew bajarokê Rabi yê bi ser Lazkiyê û nêzîkî sînorê Tirkî xiste bin kontrola xwe.
Rawngeha Mafê Mirovan Ya Sûrî ku nawenda xwe li Londonê ye di derbarê wê de got; hêzên Rejima Esad ji niha pêve di sînorê Tirkî de wê bi rehetî pêşve biçin.
Rawengeha got; Ji bo çekdarên dijbereya Sûrî piştî Selmayê sengera duyemîn ya herî stratejîk bajarokê Rabia bû.
Bajarokê Selma jî sere vê mehê ketibû bin kontrola hêzên rejima Esed.
13:43:19
Şanaz Emin
