4:40:33 PM
RojavaNews: Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan, ragihand ku Rêjîma Sûriyê li herdu Çiyayên Kurmênc û Çiyayê Turkmenan, pêş ve çûye û ji despêka wan 2 hefteyên bûrî de, balafirên Rûsî û Sûrî bêtirî 500 êrîşên esmanî pêk anîne û rêjîmê 3 hezar rokêt avêtine deverên opozisyonê.
Herwiha rewangehê tekez kir ku rêjîm heya niha 36 bajarok û gund li wan deveran kontrol kirine, ku di nava wan de jî Bajarokê Selma yê Çiyayên Kurmênc û bajarokê Rebîe yê Çiyayê Turkmenan, hene.
Di derbarê kuştiyên herdu aliyan de jî, rewangehê eşkere kir ku ji aliyê El-Nusre û girûpên din ve 124 çekdar hatine kuştin û ji aliyê rêjîm û milîsên wê ve 72 çekdar hatine kuştin.
