Opozisyon: Rûsya 25 dibistan li Sûriyê armanc kirine

Opozisyon: Rûsya 25 dibistan li Sûriyê armanc kirine

4:45:15 PM

RojavaNews: Hikûmeta Demkî ya opozisyona Sûriyê, di amarekê de ragihand ku balafirên Rûsî ji despêka destêwerdana wê de di Sûriyê de, 25 dibistan armanc kirine.

Herwiha li gorî wê amarê jî, balafirên Rûsî li Parêzgeha Helebê 14 dibistan, li Idlibê 6, li Dêrezorê 1 û li Reqayê jî yek dibistan armanc kirine, ku di encama wan êrîşan de, bi dehan şagirtan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Herwiha Hikûmeta Demkî ya Opozisyonê got ku Rûsya bi hinceta armanckirina çekdarên DAIŞê, navendên hêzên opozisyonê armanc dike, ku her yek ji Amerîka, Tirkiye û Fransa, Rûsya tuhmetbar dikin ku 70% ji êrîşên wê opozisyona ku şerê DAIŞê dike, armanc dikin.