6:51:39 PM
RojavaNews: Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura ragihand , ku dê Gotûbêjên Jenêv 3, dê roja înê 29 . 1 . 2016 despê bikin û eger heye , ku gelek Kes ji wan gotûbêjan vekişin.
Staffan de Mistura di kongireyeke rojnemeanî de got, ku ew guman dike ,ku ji sibe ve aliyê beşdar werin vexwendin .
Herweha de Mistura tekez kir , ku dê Jenêv3 bê merc were li darxistin, û Opozisyon vê yekê red dike, û li ser çûna Beşar Esed ji desthilatê, tekez dike.
De Mistura daxuyakirin ku Gotûbêjên Jenêv 3 wê li ser ragihandina agirbestê, derbaskirina alîkariyan û rewşa şer li erdê , bitir gotûbêjan li ser bikin.
Herweha De Mistura got ,ku tê gumankirin ku gotobêj 6 mehan dirêj bikin , qunaxa yekê ji 2 ta 3 hefteyan dirêj dike.
