4:59:13 PM
RojavaNews: Îro 2 teqînên xwe kujî li Bajarê Humsê hatin encamdan, di encamê de bêtirî 22 kes hatin kuştin û bêtirî 100 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî parêzgarê Humsê, di wan herdu teqînên xwe kujî ku DAIŞê li xwe girtine, 2 efser û leşkerên rêjîmê jî hatine kuştin.
Herdu teqîn li Taxa El-Zehraa li Humês hatibûn encamdan, nişteciyên wê ji pêkhateya elewî ne.
Berya niha çend caran Hums rastî teqînan hatibû.
