Rûsya hişyarî da Tirkiyê û got neke !

Rûsya hişyarî da Tirkiyê û got neke !

6:44:29 PM

RojavaNews: Nûnerê Rûsya di Yekîtiya Ewropa de, Falîdîmêr Çîcov, di derbarê “ pilanên Tirkiyê ” di destêwerdanekê di Sûriyê û Îraqê de, hişyarî da Tirkiyê.

Çîcov, di gotareke xwe de li Brukselê di derbarê rola Rûsya li Rojhilata Navîn de, ragihand ku Tirkiyê amadekariyên xwe ji bo destêwerdanekê li Sûriyê û Îraqê dike, û daxwaz kir ku ew pilan pêk neyên.

Herwiha Çîcov got eger ew yek bibe, wê rewşa navçeyê bi giştî têk biçe û nakokî wê bêtir bibin.

Ragihandina Rûsya, îdîa dike ku Tirkiyê , bi hinceta şerê PKK, amdekariyên xwe dike ku destêwerdanekê di Sûriyê de bike da ku rê li ber çekdarên YPG bigire ku sînorê bi wî welatî re kontrol bikin, û gotibû ku wê Tirkiyê bingeheke xwe ya leşkerî jî li Kurdistana Sûriyê çêbike, eger destêwerdanê bike.