4:25:39 PM
RojavaNews: Balafirên Rêjîma Sûriyê, çend cih li Devera Babê û gundewarên wê li gundewarê rojhilatê Helebê, bombebaran kirin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama êrîşên balafirên rêjîmê de li ser Devera Babê, ku di bin kontrola DAIŞê de ye, 12 kesên sivîl hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn, ku birîna piraniya wan jî giran in.
Herwiha di encama berdewambûna şerûpevçûnan de li gundewarên bakurê Helebê, çekdarên opozisyonê balafireke çavdêriyê ya rêjîmê li gundê Başgoy xistin xwarê.
