Jenev 3 bê beşdarbûna şanda opozisyonê despê dike

Jenev 3 bê beşdarbûna şanda opozisyonê despê dike

4:18:05 PM

RojavaNews: Pirsgirêkên di derbarê endamên şanda opozisyona Sûriyê de, hîn nehatine çareserkirin, û Desteya Bilind a Gotûbêjan a Opozisyona Sûriyê jî hîn helwesta xwe ya dawî eşkere nekiriye.

Herwiha berdevkê desteyê, Munzir Maxûs, ragihand ku civînên wan îro dîsa li Riyadê berdewam dibin, ji ber ku hîn helwesta dawî di derbarê beşdarbûna wan di Jenev 3 de nehatiye standin.

Serokê desteyê jî, Riyad Hicab, ji aliyê xwe ve jî ragihand ku ew beşdarî civîna yekê ya kongreyê nabin.

Biryar e şanderê Navdewletî, Stîvan de Mistura, îro roja Înê, bi şanda rêjîmê re bicive ku bi serokatiya nûnerê rêjîmê di Netewên Yekgirtî de, Beşar Ceiferî, ye.

Herwiha berdevkî NY, Ehmed Fewzî, ragihand ku hîn nehatiye zanîn ku kî wê di kongreyê de beşdar bibe