Ta niha DAIŞê derdora 4000 mirovî li Sûriyê kuştiye

Ta niha DAIŞê derdora 4000 mirovî li Sûriyê kuştiye

Rojava News: Rewangeha Sûrî ya mafên Mirovan eşkere kir, ku DAIŞê di nava 19 mehan de derdora 3 hezar û 900 kes, di nav wan de 2 hezar û 114 welatiyên sivîl li Sûriyê kuştine.

Rewangehê di daxyaniyekê de eşkere kir, ku ji destpêka ragihandina dewleta Xîlafetê ya DAIŞê di 29ê Hezîrana 2014an de heya niha li Sûriye, terorîstên DAIŞê 3 hezar 895 sivîl, û serbaz kuştine û amaje kir ku piraniya kesên hatine bidarvekirin xelkên sivîl bûn.

Herweha hate gotin, ku 78 zarok û 116 jin di nav wan qurbaniyan de hebûn û piraniya wan, yan bi gulebarankirinê hatine kuştin, yan ji cihekî bilind ve hatine avêtin, yan jî serên wan hatine jêkirin.

Li gor heman rêxistinê, ew kuştin bi tevahî li Şam û derdora wê, Reqa, Hesekê, Dêrazorê, Heleb, Humis û Hemayê pêk hatine.

10:36:32