Rojava News: Balafirên şer yên Rûsî, kamyonên alîkariyên mirovahî yên ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn bombebaran kir, di êrîşê de 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan ku, duh li nêzîkî navçeya Îzazê a girêdayî bi Helebê ve balafirên şer yên Rûsî êrîş bir ser kamyonên alîkariyên mirovahî yên ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn ku gelek pêwestiyên xelekê sivîl têde bûn, kir.
Piştî êrîşê gelek kamyon şewitîn, herweha 12 ajovanên wan kamyonan birîndar bûn. Ji birîndarên ku hatin rakirin bo Kilîsê du kes jiyana xwe ji dest dan.
10:57:29
