4:59:30 PM
RojavaNews: Piştê ku duh êvarî, opozisyona Sûriyê biryara xwe ya dawî stand ku tevlî giotûbêjên Jenev 3 bibe, karvedanên navdewletî jî li pey xwe anîn.
Heryek ji Siûdiyê û Amerîka pêşwaziya biryara opozisyona Sûriyê kirin, ku Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry, di daxuyaniyekê de ragihand ku ew pêşwaziya biryaya opozisyonê dike ku herdu aliyên rêjîm û opozisyonê karibin di demeke kin de wan gotûbêjan zû birêve bibin û serkeftî bikin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve y Fransa, Loran Fabiyos, ragihand ku divê gotûbêjên Jenev 3 tekezî li ser qunaxa veguhêz li Sûriyê bikin herwiha divê tekezî li ser parastina mafên mirovan jî bikin