5:01:44 PM
RojavaNews: Di berdewambûna pêla penaberiya ber bi Ewropa ve, îro roja Şemiyê 10 penaberên ku dixwestin bi rêya Deryaya Îcê re xwe bigihînin Yûnanistanê da ku derbasî welatên din ên Ewropa bibin, li nêzîk berava Yûnanistanê belema wan binav bû û di encamê de 10 penabran jiyana xwe ji dest dan, ku di nava wan de 5 zarok jî hebûn.
Di vê dema dawî de, nêzîkî 4 hezar penaber di Deryaya Îcê de binav bûne, tevî ku niha gelekî sar e û pêlên deryayê bilind in, lê penaber berdewam bi rêya deryayê re hewl didin xwe bighînin Ewropa
