6:40:13 PM
RojavaNews: Rêxistina Human Rights Watch di raporteke xwe de Îran tometbar kir ku bi hezaran ji çekdarên afganî şandine Sûriyê da ku şerê opozisyonê bikin.
Herwiha rêxistinê got ku ji mijdara 2013an ve pasdarên Îranê bi hezaran ji afganiyên ku bê belgeyên fermî li wî welatî dimînin , şandine Sûriyê .
raportê eşkere kir ku her çekdarekî afganî mehane nêzîkî 800 $ distîne , ku Îran gefan li wan dixwe ku ew ê wan vegerîne Afganistanê eger li gel rêjîmê şer nekin .
raportê diyar kir ku, ji wan 3 milyonên afganî ku li Iran ê dimînin, kimiterî milyonek kes bê belge ne ji ber vê jî Iran wan di şerê Sûriyê de bikar tîne
