6:46:43 PM
RojavaNews: Rêxistina Bijîşkên Bêsînor eşkere kir ku li bajarokê Medaya yê girêdayî Parêzgeha Gundewarê Şamê, 16 kesan ji nêza re jiyana xwe ji dest daye.
Tevî ku 2 danên alîkariyan, di meha bûrî de, gihane bajarokê navbûrî, lê hîn li gorî raportên NY rewş gelekî metirsîdar e, ku NY di raporeke xwe de berya niha gotibû ku xelk ji neçarî giyayê dixwe ku pê bijî, ji ber ku bêtirî 7 mehan e ku ew bajarok ji aliyê rêjîmê ve dorpêçkirî ye
