Balafirên Rêjîmê kampên derbederan li Laziqiyê bombebaran dikin

Balafirên Rêjîmê kampên derbederan li Laziqiyê bombebaran dikin

Rojava News: Duh  balafirên rêjîma Esed bi alîkariya balafirên Rûsî kampa Obîn ya derbederan li Laziqiyê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, duh balafirên rêjîma Esed bi alîkariya balafirên Rûsî kampa Obîn ya derbederên Çiyayê Kurmênc û Turkmenan li Laziqiyê ku nêzîkî sînorê Tirkiyê ye, bi topên giran û rokêtan bombebaran kirin.

Di encama wê bombebaranê de agir bi kampê ket û gelek sivîl birndar bûn û ji ber vê yekê jî neşteciyên wê kampê bo cara duyem derbederî cihên sînorî li gel Tirkiyê bûn.

Ji despêka destêwerdana Rûsya di Sûriyê de, bi taybetî piştî ku Tirkiyê balafireke rûsî li ser sînor xiste xwarê, Rûsya berdewam herdu Çiyayên Kurmênc û Turkmenan bombebaran dike, ku ew jî bû sedem ku rêjîm li wan deveran pêşve biçe, ji ber vê jî gelek xelkên wan herdu deveran derbeder bûn û li kampa Obîn bicih bûn.

Nalîn Hesen

 9:23:24 AM