Rûsya: Sal û nîvek ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê

Rûsya: Sal û nîvek ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê

4:36:40 PM

RojavaNews: Emîndarê Encûmena Ewlekariyê ya Rûsya, Nîkolayî Patroşîv, ragihiand ku welatê wî hewl dide ku di heyama sal û nîvekê de,piroseya siyasî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, pêk were.

Herwiha navbûrî tekez kir ku di qunaxa bê de wê avakirina hikûmeteke yekgirtî ya Niştimanî were avakirin û destûreke nû ku li gorî wê, wê hilbijartin despê bikin.

Lê opozisyona Sûriyê jî dibêje beşdarbûna wan li ser bingeha biryayarên NY ye ku li gorî wê, wê hikûmeteke veguhêz were avakirin ne hikûmeteke yekgirtî ya niştimanî bi rêjîmê re.