4:39:41 PM
RojavaNews: Li gorî rojnameyeke Rûsî, Artêşa Rûsya 4 balafirên din, ji cureya Su S 35, anîne serbazgeha Himêmîm a li Laziqiyê, ku ew herçar balafir, berya çend rojan di ser esmanên Îran, Îraqê ser derbas bibûn heya gihan serbazgeha Himêmîm li Bajarê Laziqiyê li Sûriyê.
Rojnameyê, ji jêdereke xwe ji nav Odeya operasyonan a Rûsya, ragihand ku niha 70 balafir û holîkopterên Rûsî li Sûriyê bicî dibin.
Balafirên Su S 35 ku ji bo Sûriyê hatine şandin, ji yên herî pêşketî ne li Rûsya û wê weke yekem car di şer de werin bikar anîn.
