Ukranya tevlî şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê dibe

Ukranya tevlî şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê dibe

4:44:11 PM

RojavaNews: Rojnameya Independent a Berîtanî eşkere kir ku Ukranya pilanên beşdarbûna di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê amade dike.

Rojnameyê da zanîn ku wezareta Berevaniyê ya Ukranya, wê di hefteya bê de bi Wezîrê Derve yê Amekrîka, Aşton Karter, re gotûbêjan li ser wê yekê bike.

Herwiha rojanameyê , ji jêdereke xwe ji hikûmeta Ukranya, diyar kir ku beşdarbûna wan dibe ji çend firqe û hêzên cuda pêk were, ku Artêşa wî welatî ji 4 fewcan û yekîneyeke hewalgiriyê ji 7 hezar leşkeran, pêk tê.