5:30:53 PM
RojavaNews: Piştî ku Netewên Yekgirtî ragihand ku şanderê Navdewleî ji bo Sûriyê, Stîvan De Mistura, wê îro bi şanda Rêjîma Sûriyê re bicive, ew civîn pêk nehat.
Li gorî Telefivyona RT, civîna De Mistura bi şana rêjîmê re ji bo demeke nediyar hat li paşxistin, lê civîna De Mistura wê bi şana opozisyonê re wê pêk were.
Tevî ku sedemên lipaşxistina civîna di navbera De Mistura û şanda Rêjîmê de, hîn bi fermî nehatiye zanîn, lê serokê şanda rêjîmê gotibû ku ew hîn nizanin ku ew ê gotûbêjan bi kî re bikin.
Biryar e ku qunaxa yekê ji gotûbêjan 2/3 hefteyan dirêj bike, ku tê de gotûbêj li ser bingeha biryara NY ya hejmar 2254, werin kirin.
