Careke din Tirkmenên Sûrî koçberî Tirkiyê dibin

Careke din Tirkmenên Sûrî koçberî Tirkiyê dibin

Rojava News: Ji ber rewşa aloz ya herêmên wan û bombebarana balafirên Rûsî û Sûriyê Tirkmenên Sûrî koçberî Tirkiyê dibin ku di heyama 3 rojan de, zêdetirî 3 hezar Tirkmenan xwe spartin Tirkiyê.

Tirkmenên ji herêmên aloz ên Laziqiyê direvin ji ser deriyê Hatayê derbasî Tirkiyê dibin. Heta niha 3 hezar û 128 Tirkmen ji sînor derbas bûne.

Kesên ji sînor derbas dibin pêşî ji aliyê AFADê ve ji kontrola tenduristiyê tên derbaskirin û paşê şûna tiliyên wan tê tomarkirin û li kampan tên bicihkirin.

Hat ragihandin ku bi hezaran kesên din jî li ser deriyê sînor in ku derbasî Tirkiyê bibin, tê çaverêkirin ku îro ji wan nêzîkî 3 hezaran derbasî Tirkiyê bibin.

11:41:41