4:35:50 PM
RojavaNews: Ji ber berdewambûna şûrûpevçûnan di navbera hêzên rêjmîmê û çekdarên Îslamî yên opozisyonê de, hêzên rêjîmê karîn li derdora gundê Rityan ê gundewarê bakurê Helebê pêşve biçe.
Bi vî awayî jî, rêjîm ji herdu bajarokên Nibol û Zehra yê Şîa, ku di depêka kirîza sûriyê ve, ji aliyê opozisyonê ve dorpêçkirî ne, nîzîk dibe, ku tenê 6 km mane ku bigihe wan herdu bajarokan, ku rêjîm gundê Mehrest El-Xan kontorl bike, êdî digihe Nibol û Zehra.
Pêşveçûna rêjîmê û milîsên wê ve, bi piştevaniya balafirên Rûsî bû, ku bi tundî navendên opozsiyonê bombebaran dikirin heya rê li ber pêşveçûna rêjmîê vekir.
Herwiha li Nibol û Zehra, ku li ser sînorê Efrînê dikevin, şer di navbera rêjîm û opozisyonê de berdewam e, û ji ber êrîşên balafirên rûsî, xelkê deverên di bin kontrola opozisyonê de, ji bajarokên Enedan, Biyanûn û gundê Mehrest El-Xan, koçber dibin
