9 milyon Dolar alîkarî ji Sûriyan re

9 milyon Dolar alîkarî ji Sûriyan re

RojavaNews: Roja Pêncşemê li Paytexta Berîtanya li Londonê, kongreya welatên Daner bi beşdarbûna bi dehan welatên mezin, tê lidarxistin.

Biryar e di wê kongreyê de, 9 milyar Dolar ji bo “ zirarmendên şerê Sûriyê “ were komkirin, ku NY banga komkirina alîkariyê kiribû ku 7.73 milyar Dolar were komkirin, û 1.23 milyarên Dolarên din wek alîkarî ji welatên navçeyê jî tên komkirin.

Di wê kongreyê de, bêtirî 70 welat û rêxistinên nehikûmî, beşdar dibin, di nav wan de jî Emîndarê Giştî yê NY û Şêwirmenda almanya.

Serokwezîrê Berîtanya, David Kamiron, jî ragihand ku divê ji bilî komkirina pereyan, gavên din werin avêtin ku hêviyê bidin penaberan.