Helebê.. Di encama bombebarana balafirên Rûsî 25 sivîl bûne qurbanî

Helebê.. Di encama bombebarana balafirên Rûsî 25 sivîl bûne qurbanî

Rojava News: Li gorî Rawengeha Sûrî ya mafên Mirovan, di encama bombebarankirina balafirên Rûsî li ser bajar û bajarokên Helebê her kêm 25 sivîl bûne qurbanî di nava wan de jin û zarok jî hene.

Rawengeha Sûrî ya mafên Mirovan ragihand, balafirên Rûsî bi topên hawanê û moşekan, bajarokê Endan û gundê Hirêtan  li gundewarê bakurê Helebê bombebaran kirin, û di encam de 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan ku di nava wan de jin û zarok jî hene , herweha bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, tîmên berevaniya sivîl karîne zarokekî ji bin kavilan rizgar bike.

Tê zanîn ku hêzên bi ser rêjîma Esed ve li gundewarên bakurê Helebê pêşve dice bi alîlkariya balafirên Rusî û çekdarên Îranî û Hizbullah Libnanî.

Nalîn Hesen

11:33:14 AM