Piştî 6 mehan ji dorpêçê, alîkariyên mirovî derbasî bajarokê Til li Şamê dibin

Piştî 6 mehan ji dorpêçê, alîkariyên mirovî derbasî bajarokê Til li Şamê dibin

5:22:44 PM

RojavaNews: Piştî derbasbûna 6 mehan ji dorpêçê ji aliyê rêjîma sûriyê ve, alîkariyên mirovî derbasî bajarokê Til li Şamê dibin.

Hat ragihandin ku heyva Sor a Sûrî 15 kamyonên alîkariyê ji xwarin û pêdiviyên bijîşkî derbasî bajarokê til kirin, ku bêtirî miyonek kes ji xelkê wê û koçberan li wê derê niştecî dibin.

Derbaskirina alîkariyan ji deverên dorpêçkirî ye yek ji mercên şanda opozsiyona Sûriyê ye ku bi rêjîmê re gotûbêjan despê bikin, ji ber vê jî opozisyonê daxwaza rakirina dorpêçê li ser bajar û bajarokên dorpêçkirî dike herwiha serbestberdana girtiyên jin û zarok ji zindanên rêjîmê.