Rêjîm pêşveçûna xwe li gundewarê Helebê berdewam dike

Rêjîm pêşveçûna xwe li gundewarê Helebê berdewam dike

5:26:30 PM

RojavaNews: Ji ber bombebarankirina balafirên rûsî û sûrî ji gundewarê Helebê re ku di bin kontrola hêzên opozisyonê de ne, bêtirî 25 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan, ragihand ku hêzên rêjîmê karîn gundê Hirdetnîn kontrol kirin, ku duh jî gundê Rityan kontrol kiribûn.

Niha jî hêzên rêjîmê nêzîkî 7 km ji herdu bajarokên Nibol û Zehra yên Şîa nêzîk bûye ku ew herdu bajarok li ser sînorê Efrînê ne.

Herwiha balafirên rûsî deverên ji bajarokê til rifet heya bajarokê Heyanê bombebaran dikin.

Ji ber bombebaranê, rêjeyeke koçberiyê ber bi Bajarê Efrînê ve despê kiriye.