Rûsya mercên ragihandina agirbestê li Sûriyê eşkere dike

Rûsya mercên ragihandina agirbestê li Sûriyê eşkere dike

5:31:39 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Rûsya, Sergî Lavrov eşkere kir ku ew ê di civîna girûpa navdewletî ya ji bo piştevaniya Sûriyê,ku di 11 vê mehê de li Bajarê Miyonixê yê  Almanya  yê tê lidarxistin, pêşinyara ragihandina agirbestê li Sûriyê pêşkêş bike.

Herwiha Lavrov tekez kir ku merca herî sereke ji bo ragihandina agirbestê, ew e ku Tirkiyê sînorê bi Sûriyê bi temamî li pêş derbasbûna girûpên çekdar bigire.

Lavrov diyar kir ku heya girûpên terorîstan, bi taybetî weke El-Nusre, li Sûriyê neyên jinavbirin, ew êrîşên xwe ranewestînin, û got ti sedem tine ne ku welatê wî êrîşên xwe li sûriyê di vê demê de rawestîne.

Wezîrê derve yê Berîtanya fillip Hamond, ragihand ku Rûsya gotûbêjên Jenev3, ji bo avakirina dewleteke Elewiyan li Sûriyê, bikar tîne, ku li şûn navendên DAIŞê bombebaran bike,navendên opozisyonê bombebaran dike.