6:56:07 PM
RojavaNews: Encûmena wezîran a almanya, Îro Roja Çarşemê, biryara tundkirina wergirtina penaxwazan stand, ku ew biryar astengiyên nû li hember komkirina malbatên hin penaberan li wî welatî.
Li gorî biryara nû ya bi navê Tirûpa Tedbîrên penaxwaziyê ya diwê,wê navendên taybet ji bo wergirtina penaxwazan bêne vekirin û biryar zû werin standin.
Herwiha biryar astengiyên zêdetir ji wan penaberên parastina demkî li almanya wergirtine, derdixe ku ew penaber karibin zû malabta xwe bînin cem xwe.
Li aliyekî din jî, encûmena Wezîrêan a Almanya, heryek ji Cezayêr, Mexrib, Tûnis û welatên Belqanê weke welatên aram binav kir û wê penaberên ji wan welatan hatine almanya, her yek ji wan wê ji bo welatê xwe bê vegerandin.
Di vê derbarê de jî, her yek ji Amnesty International, Bru Azil û Komeleya Parêzeran ya Almanî,di daxuyaniyeke hevbeş de, ew biryar weke siyaseteke tund li hember penaberan binav kirin.
Di wê daxuyaniyê de jî hat gotin ku zûkirina standina wergirtina penaberan, metirsiyeke mezin li ser parastina mafên mirovan çê dikin bi taybetî ji penaberan re.
