Siûdiyê: Em ji destêwerdanê re amade ne

Siûdiyê: Em ji destêwerdanê re amade ne

6:03:55 PM

RojavaNews: Şêwirmendê leşkerî di ofîsa wezîrê berevaniyê yê Siûdiyê de, Emîd Ehmed Isêrî, di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji bo destêwerdana bejayî di Sûriyê de amade ne.

Herwiha Isêrî got ku biryar e di Adara bê de, perwedeya leşkerî ji bo egera destêwerdanê di Sûriyê de, despê bike, ku niha pilan dike li bakurê welatê xwe dest bi perwerdekirinê bike.

Herwiha Isêrî tekez kir ku welatê wî amade ye ji bo şerê DAIŞê, hêzeke bejayî bişîne Sûriyê, eger Hevpeymaniya Navdewletî razî bibe, ku li gorî wî jî nêzîkî 20 welatên ereb û Îslamî amadebûna ji wê yekê re nîşan dane.

Amerîka jî pêşwaziya gava Siûdiyê kir di derbarê amadebûna wê bi despêkirina destêwerdaneke bejayî de di Sûriyê de bi hevpeymanan re, lê Rûsya jî got ku zanyariyên piştrastkirî li cem wê nînin di derbarê wê destêwerdanê de