6:17:22 PM
RojavaNews: Li gorê jêderên opozsiyona Sûriyê, hêzên rêjîmê li gundewarê bakurê Helebê pêşve diçin û gundê Rityan jî kontrol kirin, ku balafirên Rûsî bi tundî êrîşên esmanî li bakurê Helebê pêk tîne.
Her li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, rêjîm hewl dide ku bajarokê Beyanûn jî kontrol bike ku rêya bi herdu bajarokên Nibol û Zehrare bi temamî bixe dest xwe, û got şerûpevçûn li derdora bajarokê Rityan berdewam in.
Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutoglu, ji aliyê xwe ve ragihand ku rêjîmê korîdora mirovî di navbera welatê wî û Sûriyê de li Helebê girt.
Herwiha Davutoglu got ku armanca rêjîmê ew e ku bakurê Helebê bixe bin dorpêçê û kontrol bike.
Ji ber êrîşên rêjîmê û êrîşên balafirên rûsî, bêtirî 40 hezar kes koçber bûye, ku pirniya wan berên xwe didin herdu Bajarên Efrîn û Ezazê, ku heya niha Tirkiyê rê li ber wan venekiriye ku derbasî Tirkiyê bibin
