08:07:22PM
RojavaNews: Telefizyona CNN a Amerîkî, ragihand ku Siûdiyê amadekariyên perwerdekirina 150 hezar leşkeran dike ji bo destêwerdana di Sûriyê de dike, ku piraniya wan ji welatên ereb û Îslamî ne.
Herwiha CNN got ku ji 2 hefteyan ve Tirkiyê û Siûdiyê odeyeke operasyonan ya hevbeş ava kirine, lê fermandarê Pasdarana Îranê got eger Siûdiyê wê gavê bavêje, wê rastî şikestinê were û wê bi xwe, xwe bikuje.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, John Kerby, ragihand ku wê di rojên bê de, welatê wî bi Siûdiyê re hevdîtinan di derbarê eger û hûrgiliyên wê destêwerdanê di Sûriyê de, bike.
Herwiha Serokê komîta karûbarên navdewletî di encûmena yekgirtî de ya Rûsya, ragihand ku eger Siûdiyê wê gavê bavêje wê kirîza Sûriyê astengtir bike û eger jî çêdibe ku hêzên Siûdiyê û Tirkiyê li Rêjîm û opozisyonê din.
