Balafirên Rêjîmê û yên Rûsî Himsê bombebaran dikin

Balafirên Rêjîmê û yên Rûsî Himsê bombebaran dikin

Rojava News : Balafirên Rûsî çend taxên bajarê Himsê bombebaran kir û di encam de xelkên sivîl bûn qurbanî.

Li gorî agahiyan, balafirên rêjîma Esed bi piştivaniya balafirên Rûsî bi dijwarî êrîşî taxa Telbîsê, û gundên Kêsîn, Elmeheta, Sinsîl û Elxinto  yên bi ser bajarê Himsê ve kirin.

Di encama wan êrîşan de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn û rewşa gelek ji wan xirab e, herweha ziyanên madî jî giha avahiyên  xelkên sivîl .

Nalîn Hesen

10:37:47 AM