4:14:30 PM
RojavaNews: Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel sibe bi mebesta pirsgirêka penaberan û krîza Suriyê û pêwendiya Tirkiye û Ewropayê, serdana Tirkiyê dike.
Berdevkê hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert ragihand ku, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merekel dê sibe 8 Reşmehê, serdana Tirkiyê bike û bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re bicive.
Sebiert diyar kir ku, Merkel û Davutoglu di hevdîtinên xwe yên li Londonê de gihiştibûn rêkeftinê, ku pêvajoyeke danûstandinê bidin destpêkirin. Ev serdan jî di çarçoveya wê rêkeftinê de pêk tê.
