Li başûrê Dera rêkeftina bilindkirina Ala rêjîmê hat îmzekirin

Li başûrê Dera rêkeftina bilindkirina Ala rêjîmê hat îmzekirin

17:11:59 PM

RojavaNews: Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di navbera rûspiyên bajarokê  Ibteh li gundewarê bakurê Deraa û rêjîma Sûriyê de rêkeftinek hat îmzekirin.

Li gorî rêkeftinê, wê ala rêjîmê li ser dezgehên hikûmî were bilindkirin, herwiha wê rêjîm girtiyên li cem xwe serbest berde û bombebarankirina wî bajarokî ji aliyê balarên Rûsî û Sûrî ve were rawestandin.

Herwiha li gorî rêkeftinê, wê alîkariyên mirovî û bijîşkî derbasî heman bajarokê bibin.

Li hemberê vê yekê jî, wê xelkê bajarokê Ibteh careke din li hember rêjîmê şer nekin, û eger ew yek jî bibe, rêjîmê wê derbasî wî bajarokî bibe.

Rewangehê eşkere kir ku biryar e heman rêkeftin di navbera rêjîm û rûspiyên bajarokê Dail de were îmzekirin, ku ew bajarok dikeve başûrê bajarokê Ibtehê.