Li başûrê gundewarê Helebê şer e

Li başûrê gundewarê Helebê şer e

5:40:21 PM

RojavaNews: Duh roja yekşemê çekdarên Opozisyona Sûriyê pêşveçûnên rêjîmê  li eniya Xan Tomanê ya li başûrê Helebê rawestandin.

Herwiha çekdarên Opzisyonê navendên rêjîmê li bajarokê Nibol, Zehra û Retiyan li gundewarê bakurê Helebê armanc kirin,û balafirên Rûsî operasyonên esmanî li ser Enedan , Heyan, Beyanûn , Hirêtan û Kefer Hemre pêkanîn û di encamê de hejmarek kuştî û birîndar ketin.