Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyonê di derbarê Dareya de hişyarî da

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyonê di derbarê Dareya de hişyarî da

6:56:53 PM

RojavaNews: Hevpeymaniya Niştimnaî ya Opozisyonê di derbarê rewşa Dareya de a li gundewarên Şamê, hişyarî da.

Hevpeymaniyê di daxuyaniyekê de got ku Dareya rastî komkujiyeke nêzîk tê, ku rêjîm bi piştevaiya balafirên rûsî û Hizbulaha Lubnanî wê pê rabe.

Herwiha daxuyaniyê berpirsatiya wê xiste stûyê NY û got ku bêtirî 12 hezar kes li Dareya di bon dorpêçê de ye ku piraniya wan jin û zarok in.

Herwiha dxuyaniyê di derbarê armanckirina sivîlan û êrîşên rêjîmê û balafirên rûsî li gundewarê Helebê û Dera, weke Jînosayd û komkujî binav kir.

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de bang li tevahiya rêxistinên civaka navdewletî kir ku bi awayekî lezgîn ji bo rawestandina tawanên rêjmîê bixebitin û dorpêçê li ser bajar û bajarokên Sûriyê rakin, herwiha ji bo serbestberdana girtiyan jî kar bikin.