Raport: Çîçanî alîkariya Rûsya li Sûriyê dikin

Raport: Çîçanî alîkariya Rûsya li Sûriyê dikin

22:44:41 PM

RojavaNews: Li gorî raportên medyaya rûsî, hêzên Çîçanî ku li Sûriyê dimînin alîkariya Rûsya dikin ku zanyariyên li ser girûpên çekdar dide balafiran ku navendên an çekdaran bobmebaran bikin.

Serokê Çîçanistanê, Remezan Qedîrov, ragihand ku welatê wî çend efserên istixbaratê di nav çekdarên DIŞê de li Sûriyê çandine, û li gorî wî jî, efserên wan ji despêka kirîza Sûriyê ve li Sûriyê ne.

Qedîrov tekez kir ku wan baştirîn çekdarên xwe şandine Sûriyê û hûrgiliyên li ser terorîstan didin Rûsya da ku navendên wan bombebaran bikin.