Ştanynmayr: Ji bo despêkirina Jenev 3 divê alîkariyên mirovî derbasî deverên dorpêçkirî bibin û aramî çêbibe

Ştanynmayr: Ji bo despêkirina Jenev 3 divê alîkariyên mirovî derbasî deverên dorpêçkirî bibin û aramî çêbibe

16:38:03 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Almanya, Frank Falter Ştanynmayr, tekez kir ku ji bo despêkirina gotûbêjên Jenev3, divê aramî peyda bibe û alîkariyên mirovî derbasî deverên dorpêçkirî bibin.

Herwiha wezîrê alman, banga xurtkirina pêwendiyên diplomasî kir ji bo bicî kirina aramiyê li Sûriyê, û tekez kir ku eger civîna roja Pêncşemê li Munixê bi sernekeve, wê civîneke din were lidarxistin û got destêwerdana leşkerî ti carî ji Sûriyê re nabe alternativ.

Ji aliyê xwe ve jî, endamê desteya bilind a gotûbêjan a opozisyonê, Munzir Maxos, ragihand ku bêyî rawestandina bombebarna balafirên Rûsî li ser sivîlan, Jenev 3 despê nake, ji ber ku êrîşên balafirên rûsî rewşa bêtir zehmetir dike.