Opozisyona Sûriyê beşdarbûna xwe di gera diwê di Jinev 3 radigihîne

Opozisyona Sûriyê beşdarbûna xwe di gera diwê di Jinev 3 radigihîne

4:50:40 PM

RojavaNews: Berdevkê Desteya Bilind a Gotûbêjan a Opozisyona Sûriyê, Salim El-Muselet, di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ê beşdarî gera diwê ya Jenev3 bibin, lê rêjîm di wan gotûbêjan de ne cidî ye.

Muselet tekez kir ku mercên wan ên despêkê tine ne, û ew tenê dixwazin biryarên Netewên Yekgirtî werin bicî kirin, û got eger Rûsya êrîşên xwe li Sûriyê rawestîne, egera serkeftina gotûbêjan çêbibe.

Herwiha Muselet bang li Serokê Amerîka, Barak Obama, kir ku guvaşan li ser Rûsya bikin ji bo bombebarankirinê li Sûriyê rawestîne