Rûsya ji bo Sûriyê 3 sînaryoyan dîdine

Rûsya ji bo Sûriyê 3 sînaryoyan dîdine

5:10:16 PM

RojavaNews:Weîzrê Derve yê Rûsya, Sêrgî Lavrov, ragihand ku eger gotûbêjên aştiyê di derbarê Sûriyê de bi sernekevin, wê pirsa destêwerdana leşkerî bibe rastiyek.

Lavrov got ku li pêş Sûriyê 3 sînaryo hene, yek ku gotûbêjên Jenev3 bi serkevin, ya diwê jî ew e ku rêjîm di pêşveçûnên xwe de bi serkeve, û ya sêyem jî ew e ku destêwerdana leşkerî a fireh di Sûriyê de were kirin ku çend welatên biyanî jî têde beşdar bin.

Herwiha Lavrov tekez kir ku niha pirsa destêwerdana leşkerî bûye rastiyek, bi taybetî piştî daxuyaniyên hin aliyan ji bo destêwerdana leşkerî di Sûriyê de.

Daxuyaniya Lavrov piştî destpêxşeriya Siûdiyê tê ku têde amadebûna xwe ji bo destêwerdana di Sûriyê de ragihandibû