Rojava News: Wezareta Derve ya Rûsya ragihand, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry li ser ragihandina agirbestê li Sûriyê lihev kirin.
Wezareta Derve ya Rûsya di da xuyaniyekê de ragihad, ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bi telefonê ligel hev axivîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Sergey Lavrov û John Kerry di vê pêwendiya telefonî de derbarê civîna wezîrên derve yên Koma Navdewletî ya Piştgîriya Sûriyê de gotûbêj kirin, ku biryar îro 11ê Sibatê li kevana Konfransa Munchenê li Almanya birêve biçe.
Herwiha hat gotin, ku Lavrov û Kerry li ser ragihandina agirbestê li Sûriyê lihev kirine û jibilî wê yekê her du aliyan li ser gihandina alîakriyên mirovî bo bajarên dorpêçkirî yên Sûriyê jî rêkevtin kirin.
Roja 29ê meha borî bi serpireştiya Netewên Yekbûyî gotûbêjên Jenêv-3 ên bo çareserkirina kirîza Sûriyê di navbera Dijbere û Hikûmeta Sûriyê de dest pê kir, lê belê roja 3ê Sibatê Nûnerê Netewên Yekbûyî li Sûriyê Staffan de Mistura ragihand, ku danûstandinên Jenêvê bo 25ê mehê hatine paşxistin.
Her yek ji Dijbere û Hikûmeta Sûriyê hevdu bi têkbirina danûstandinên Jenêv-3 tohmetbar dikin.
