Nufusa Sûriyê ji %11an an miriye an jî birîndara!

Nufusa Sûriyê ji %11an an miriye an jî birîndara!

Rojava News: Beşê teybet yê lekolin û daneyê Sûrî yê Rojnameya The Guardian raporta xwe ya nû di derbarê Sûriyê de belavkir.

Raporta ku imzeya Edîtorê The Guardin yê Rojhilatanavîn Lan Black li bin heye de; Şerê Suriyeyê yê navxweyî gihaye çi astê û çerçovayê wê di aliyê wêrankirin û tunnekirinê de gihayê kîjan sînoran, bi balkêşî hatiye darişandin.

Li gorî raporê nufusa Sûriyê aniha  ji %11an  an miriye an jî birîndara.

Raport bi daneyî cîh dide şerê Sûriyê ku ji sala 2911an ve destpêkiriye de  çi hatiye jiyankirin.

The Guardin di raporta xwe de ji daneyê Rawengeha Mafê Mirovan Ya Sûriyê sûd digrê û dibêjê;  “Li gorî raportên Rawengeha mafê miovan yê Sûrî di şerê navxweyî de 470 hezar kes hatine kuştin, bi sedema şer hemû binesaziyên dam û dezgehên tendurîstî jî tunnebune.”

“Li gorî daneyên raportên Rawengeha çawderiyê jimareya kesî li Sûrî hatine kuştin dû cara ji jimareya ku Neteweyên Yekbuyî daye (250 hezar) zêdetire”

Di raportê de hatiye gotin; “Ji sala 2011an di şerê navxeyî de ku destpêkiriye de nifûsa Sûrî ji %11.5 an miriye anjî birîndarketiye.  Jimara birîndara derketiye 1.88 milyonî û temenê jiyankirinê ji 70yî daketiyê 55.4 salî.

Herweha Sûrî di aliyê aboriyêde jî salane 255 milyar dolar bindikevê.

Nifus sere sedî 21 kêmbuye.  

Rewşa karkirinê û muçe jî xirabûne. Bi sedemên ewlehiyê jin êdî nema karin karbikin.

Xelkê Sûriyê nêzîkî 13.8 milyonî  çavkaniyên xwedebirandinê ji dest dane.

Di raportê de hatiye ji %21 daketina nifusa Sûrî di aliyê penaberande rewşa Tirkiyê û Awropayê jî diyardike.

Nifusa Sûriyê ji %45ê wê mal û deverê xwe berdayê û ber bi cîhê din ve koçkirine.  Di nava Sûriyê de 6.36 milyon kesî koça navxweyî kiriye û 4 milyon kesî jî berê xwe daye derve.

Raporta The Gardin herweha welatê pêşketî jî dide ber rexna û dibêje;  “Tevî ku ew 5 salin xelkê Sûrî êş û azarê dibînî, rexistinê mafê mirovî û şanaziya mirovî tenê bala xwe daye qeyranê. Û sedema wê jî nêzîkatiyê welatê pêşketîne”

Herweha di raportê de hatiye ku;  “Destekariya navteweyan jî buye sedema dabeşbûna xelkê Sûrî  û di wê piralî bûnêde jî mafê mirovan û şanaziya mirovî wêranbuye.”

11:43:25

Şanaz Emin