Şerûpevçûnên li Çiyayê Kurmênc berdewam in

Şerûpevçûnên li Çiyayê Kurmênc berdewam in

 4:36:15 PM

RojavaNews :Şerûpevçûnên di navbera çekdarên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozisyonê de li Çiyayê Kurmênc li gundewarê Laziqiyê berdewam in, ku balafirên Rûsî navendên opozisyonê li herdu çiyayê kurdmênc û turkmenan bombebaran dike.

Herwiha hêzên opozisyonê jî navendên rêjîmê li wan deverên ku berya çend rojan kontorl kiribûn, armanc kirin, lê hîn ti ziyanên wê nehatine zanîn.

Çiyayê Kurmênc ji çend mehan ve rastî bombebarana balafirên rûsî tê ,ku di encamê de rê li ber pêşveçûna rêjîma Sûriyê vekir û bû sedem ku bêtirî 6 hezar sivîl berên xwe bidin sînorê Tirkiyê