4:45:53 PM
RojavaNews :Nûnerê Rûsya di Netewên Yekgirtî de, Vîtalî Çorkîn, ragihand eger Tirkiye û Siûdiyê hewl bidin derbasî Sûriyê bibin, ew ê weke destêwerdanekê be û ti carî qebûl nakin.
Çorkîn, di hevdîtineke xwe de bi telefizyona Rûsya Today re got ku kirîza Sûriyê gelekî tevlîhev e û nek ku di despêkê de dihate texmînikirin, ji ber vê jî civaka navdwletî li ser çareserkirina kirîza Sûriyê bi awayekî siyasî dixebite.
Daxuyaniya nûnerê Rûsya piştî wê yekê tê ku herdu welatên Siûdiyê û Îmarata Ereb amadebûna xwe ji bo destêwerdaneke bejayî di Sûriyê de ku Amerîka têde beşdar bibe, ragihandibûn, li gorî jêderan Siûdiyê amadekariyên perwerdekirina 150 hezar leşker ji bo detêwerdana di Sûriyê de dike.
