Bijîşkên Bêsînor: Balafirên Rûsî nexweşxaneyên me li Ezazê armanc dike

Bijîşkên Bêsînor: Balafirên Rûsî nexweşxaneyên me li Ezazê armanc dike

5:33:21 PM

RojavaNews: Rêxistina Bijîşkên Bêsînor ragihand ku balafirên Rûsî nexweşxaneyên wan li Ezazê li bakurê Helebê armanc kirin û di encamê de ziyaneke mezin giha avahiyên wan.

Herwiha rêxistinê hişyarî da û got ku avahiyên wê li ber têkçûnên ne, ku balafirên rûsî, dema ku nexweşxaneyan birîndarên êrîşên rûsî derman dikirin, nexweşxaneyên wan armac kirin.

Rêvebera Rêxistina Bijîşkên Bêsînor, Moskîlda Zankada, ragihand ku êrîşa li ser Ezazê, ya herî tund e ji despêka kirîza Sûriyê ve.

Herwiha Zankada got ew rastî metirsiyeke zêde tên ku karmendên wan neçar dibin cihên xwe bihêlin, ji ber vê jî tevahia nexweşxaneyên wan hatine girtin û nikarin ti xizmetguzariyan ji birîndaran re pêkêş bikin.