Rojava News: Wezîrê Karê Derva yê Amrîkayê John Kerry: Di civîna gruba piştgiriya navnetewayî ji bo Sûriyê yak u li Munîhê hate lidarxistin de li ser xala ku di nava hefteyekê de agirbes bê ragihandin hate lihevkirin.
Li gorî lihevkirinê endamê wê grubê, bi ermanca peydakirina pêvistiyê mirovî di meydanê de li gel NY wê hemû hewlê xwe bidin.
John Kerry di wê derbarê de got; Li ser kaxizê hin babetên bi iddîa hene em dixwazin wana di wan çen rojê pêşiyame de di tevgerê de bibînin.
Li gor daxuyaniya Kerry di navbera hefteyekê de alîkariyên mirovî yê bilez pêviste bighê cihê wek Dêrezorê, Fua, Kefrê, mada û cîhêdin yê Şamê.
Wezîrê karê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî ragîhand ku ew lihevkirin rawestandina DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên din yê terorîst li xwe nagre.
10:44:36
Şanaz Emin
