Tirkiyê hişyariyê dide Rûsya û dibêje bila şerê we û NATO despê neke

Tirkiyê hişyariyê dide Rûsya û dibêje bila şerê we û NATO despê neke

16:17:06 PM

RojavaNews: Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutoglu, di derbarê êrîşên esmanî de yên Rûsî li Sûriyê, hişyarî da û got bila Rûsya di êrîşên xwe de pêde neçe ji ber ku egera derketina şerekî di navbera Rûsya û NATO de li ser sînorê Tirkiyê bi Sûriyê re, çêdibe.

Davutoglu tekez kir ku welatê wî ti destêwerdanên bejayî di Sûriyê de nake, lê dema ji aliyê Sûriyê ve êrîş wer ser, wê bersivê bide.

Herwiha Davutoglu got ku hebûna Artêşa Tirkiyê li ser sînorê bi Sûriyê re, tenê ji bo parastina ewlekariya welatê wî ye.