18:20:25 PM
RojavaNews: Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka, Aşton Karter, ragihand ku hêzên taybet ên Siûdiyê û Îmarat di operasyona kontrolkirina Reqayê de beşdar dibin.
Herwiha Karter eşkere kir ku Siûdiyê û Îmarat wê bi hêzên Ereb ên Sunî re operasyona kontorlkirina Reqayê de despê bikin.
Berya niha balafirên Amerîkî belavok avêtibûn ser Reqayê û têde gotibû ku wê çekdarên Hêza Sûriyaya Demokrat, DAIŞê ji nav bibin.
Siûdiyê tekez kiribûn ku ew ji biryara destêwerdana bejayî di Sûriyê de venagere, ku Îmarata Ereb jî tevlî wê operasyonê dibe, lê Rûsya hişyarî dabû û gotibû ku çi destêwerdadneke bejayî di Sûriyê de were kirin, wê şereke cîhanî ya nû çêbibe.
