Rêkeftin: Sûriya Fedralî ye

Rêkeftin: Sûriya Fedralî ye

23:13:58 PM

RojavaNews: Hat ragihandin ku herdu wezîrên derve yên Amerîka û Rûsya li ser avakirina dewletke fedral li Sûriyê lihev kirine.

Jêderan da zanîn ku fedralîzim çareseriya navîn e ji aliyên Sûriyê re bi taybetî bi zehmetbûna jinûve despêkirina Jenev3, ji ber vê jî Amerîka û Rûsya li ser Fedraliya Sûriyê lihev kirin.

Berya niha Ajansa Akî ya Îtalî, eşkere kiribû ku Şanderê Navdewletî yê ji bo Sûriyê, Stîvan De Mistura, bi opozisyona li ser Rûsya tê naskirin re civiya bû û behsa avakirina Dewleteke Fedral li Sûriyê kiribû, herwiha bi hin aliyên din ên opozisyonê re jî li ser heman mijarê civiya bû.

Herwiha Akî da zanîn ku opozisyona nêzîkî Rûsî pêşinyara De Mistura bi erênî nirxandibû, lê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê(Îtîlaf) ew yek red kiribû.